Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ulug: ‘Kujerên Komkujiya Roboskî nehatin cezakirin’

 

KUJERÊN KOMKUJIYA ROBOSKÎ NEHATIN CEZAKIRIN
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Dewleta tirk dijminatiya kurdan ji xwe re wek erkeke sereke dibîne. Dewleta ku li ser vê têgehê hatiye avakirin li her deverê bêyî ku cûdahiyê têxe nav, li dijî kurdan êrîşan pêk tîne. Komkujiya Roboskî jî yek ji van êrîşan bû. Tevî ku 10 sal di ser re derbasbû jî ji ber vê komkujiyê heya niha kes nahatiye darizandin û cezakirin.

Beriya niha bi 10 salan 34 zarok û ciwanên ji gundê Roboskî bi balafirên şer hatin qetilkirin. Dewleta tirk li Kurdistanê bi sedan komkujiyên bi vî rengî pêk anî ye. Lewma wek komkujiyên din kujerê vê komkujiyê jî dewleta tirk a dagirker e.
(…)

Kuştinên bi vî rengî ji bo tirsandin û tepisandina kurdan bi zanebûn û plankirî tên kirin. Kujerê 34 zarok û ciwanên Roboskî diyar e. Tevî vê jî tu lêpirsîn li ser mijarê nehatine kirin; kes nehat cezakirin. Ji ber ku yê ferman daye, serkêşê dewletê bi xwe ne. Bi vê komkujiyê hewl dan ku çavê gelê kurd bitirsînin.
(…)

Dewleta tirk li seranserê Kurdistanê kuştina kurdan ji bo serweriya xwe wek maf dibîne. Êrîşên li ser Şengal, Rojava, Mexmûr û başûrê Kurdistanê jî bi vê têgehê ve girêdayî ye. Di van êrîşan de sivîl tên qetilkirin.
(…)

Melbatên Roboskî tevî hemû astengî û zextan jî ji doza xwe gav paş ve navêjin û doza cezakirina kujeran dikin. Li şûna kujer bên darizandin û cezakirin, malbatên bi rêyên rewa doza edaletê dikin tên cezakirin.
(…)

Divê hêzên navnetewî di rastiya komkujiya Roboskî de êrîşên li dijî komkujiyên li dijî gelê kurd tên kirin bibîne. Ji aliyekî ve divê bê zanîn ku berpirsên komkujiya Roboskî ew alî ne ku peymana Lozan îmze kirine. Hêzên xeta sînor di nava Kurdistanê de kişandine û bûne sedem ku gelê kurd li ser axa xwe bibe biyanî.

Desthialtdariya ku komkujiya Roboskî kir û da kirin, ji vê têgehê sûdê werdigire. Eger li dijî vê têgehê têkoşîn neyê xurtkirin, wê kurd her tim bi komkujiyan re rû bi rû bimînin. Polîtîkaya bêcezahiştinê wê dewam bike, wê kurd jî timî bên kuştin

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv