Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Saleke din qediya’

 

SALEKE DIN QEDIYA
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Piştî çend rojên din em sala 2021’ê jî li dû xwe dihêlin. Beriya ez dest bi vê nivisê bikim gelek fikirîm da ku bi tişteke xweş dest pê bikim, lê min nedî.

Dîsa şer, tecrîd, koçberî, şîdet û kuştinên mirovan bûn rojevên sereke. Li gel şewba ji ber Vîrusa Koronayê, gelan û bi taybetî gelê Kurd bi êrişên pergala faşîst dest bi salê kir.

Tevahiya salê li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ji her demê zêdetir jin bûn hedef, destdirêjî û şîdet li wan hat kirin û ew hatin kuştin. Têkoşîna jinan li hemberî êrişên jî gelek dijwar û pirralî bû. Ji Kurdistanê heta Efxanistanê, ji Şîliyê heta Arjantînê jinan bi yek dengî li dijî pergala mêr-dewletê îsyana xwe anî ziman.

Tevgera jina Kurd têkiliya xwe bi tevgerên jinên cîhanê re geş kir. Bi têkoşîna xwe ji bo tevahiya jinan bû çavkaniya îlhamê. Jinên Efxan ji bo ku xwe ji zilma çeteyên Talîbanê biparêzin, daxwaza piştgiriyê ji jinên Kurd kirin. Jinên Kurd jî ji bo wan bûn palpişt, tecrûbeyên xwe bi wan re parve kirin û hêz dan wan.

Têkoşîna li dijî tecrîdê û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala 2021’ê gihîşt asteke gelekî girîng. Ev 22 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke mutleq de ye. Lê cara pêşî ye ku di asta cîhanî de li dijî tecrîdê ewqas xeleka berxwedanê mezin û berfereh bû. Ji Emerîkaya Latîn heta Ingilîstanê bi sedan kesayetên navdar, sazî û dezgeh, tevî gelê Kurd li dora Rêbertiyê civiyan û wan got, êdî dema azadiyê ye.

Ji destpêka salê ve şerê li Kurdistanê jî bê navber dewam dike. Bi êrişa li dijî Garê re pîlana qirkirinê dest pê kir. Artêşa Tirk destpêka salê bi îdîayeke mezin berê xwe da Garê û êriş bir ser hêzên gerîla. Lê gerîla bersiveke ku dewleta Tirk ne li bendê bû, dayê û artêşa Tirk li Garê têk bir.

Vê binketinê pergala dewleta Tirk belav kir û hemû hesabên wan ser û binî hev kirin. Artêşa dagirker ji bo tola Garê hilîne, vê carê berê xwe da herêmên Metîna, Zap û Avaşînê. Ji 23’ê Nîsanê ve li hemberî gerîlayan rêbazên şerê taybet hemûyan, teknîka xwe ya pê bawer, xist dewrê, lê nekarî berxwedana gerîlayan bişkîne.
(…)

Mijareke din a ku mohra xwe li vê salê xist jî têkoşîna ji bo Edaletê bû. Ev berxwedan ji 9’ê Adarê ve li ber deriyê Edliya Rihayê didome. Têkoşîna Malbata Şenyaşar ango ya Dayika Emîne bi dirûşma ‘Edalet di bin axê de be jî em ê derxin’ dest pê kir. Ev çalakî her çendî destpêkê weke çalakiya du kesan hatibe destpêkirin jî bi demê re bû daxwaza bi hezaran.
(…)

Niha bi heman daxwazê li Amed, Wan û Sêmalkayê jî nobetên edaletê hatine destpêkirin. Bi van çalakiyan zilm, faşîzm û bêedaletiya dewleta Tirk û hevkarên wê tê teşhîrkirin.
(…)

Tevahiya salê faşîzm li ser kar bû. Dîsa dayik giriyan. Bi dehan dayikan bi hesreta azadiyê û dîtina zarokên xwe koça dawî kir. Qîrîna dayika Emîne kevir helandin. Rondikên çavê wê bûn çem û herikîn. Lê ji bo dîtin û bihîstina vê daxwezê çav kor bûn, guh kerr bûn û ziman lal bûn. Lê têkoşîn jî ranewestiya.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv