Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelek rêxistinên ciwanan peyam ji 3. Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê re şandin

 

3. KONGREYA MECLÎSA CIWANAN A HDP’Ê
GELEK RÊXISTINÊN CIWANAN PEYAM ŞANDIN

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kongreya xwe ya 3. bi şiyara “niha dema ciwanan e” bi coşeke mezin li darxist.

Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê endama dîwanê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ve hat kirin.

Ayşe got, weke tê dîtin ev salon têrî me nakin.

Ti kes nikare vê sekna biryardar a ciwanan asteng bike û îradeya wan bişikîne.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî got, em ê bi vê coşê têkoşîna xwe di 2022’yan de bi serketinê tacîdar bikin.

Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kiliç jî ciwanên ji Kurdistanê û Tirkiyê beşdarî kongreyê bûne silav kirin.

Wekî din gelek rêxistinan ji welêt û derveyî wê peyam ji bo kongreyê şandin.

Ji Şengal, Galîçya, Yûnanistan û Misirê peyamên rêxistinên ciwanan hatin xwendin.

3. KONGREYA MECLÎSA CIWANAN A HDP’Ê
SALÎHA AYDENÎZ: BIRÊZ OCALAN XETA ME YA SOR E, BI AGIR NELÎZIN

Paşê Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Salîha Aydenîz peyama mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo da.

Hevseroka DBP’ê got, heta tecrîd neyê şikandin, wê krîz û kaosên li Tirkiyê bi dawî nebin.

Em ê jî heta dawî ji bo azadiya Birêz Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Herî dawî jî Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar xîtabî ciwanan kir.

3. KONGREYA MECLÎSA CIWANAN A HDP’Ê
MÎTHAT SANCAR: TÊKOŞÎNA LI ZÎNDANAN TÊKOŞÎNA RÛMETÊ YE

Mîthat Sancar jî beşdariya xurt û bi coş a ciwanan destnîşan kir û got, ciwan li vê derê li ser piyan e.

HDP li ser piya ye.

Ciwanan şeref, hêvî û hêz da me.

Ciwanan bersiveke welê dan wan kesên dibêjin “mecala girseya HDP’ê nemaye” ku êdî hew xwe li van gotinan bikin xwedî.

Hevserokê HDP’ê êriş û faşîzma li dijî ciwanan jî bi bîr xist û got, li vê derê jî tê dîtin, ku ne girtin, binçavkirin, revandin û rêbazên qirêj bi kêrî tiştekî nayên.

Ciwanan nîşan dan, ku ew ê teslîm nebin.

Mîthat Sancar berxwedana li zîndanan a girtiyên azadiyê li dijî zilm û faşîzmê jî bi bîr xist û got, têkoşîna li zîndanan têkoşîna rûmetê ye. Ji ber vê yekê her cûre êşkenceyê li girtiyan dikin.

Hevserokê HDP’ê jî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo bi bîr xist û xwest têkoşîna li dijî tecrîdê bê mezinkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv