Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li welatên Ewrupayê kampanyaya azadiya Rêber Apo rasta eleqeyekê mezin tê 10.12.2020

 

KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ
LI NORWECÊ ELEQEYA MEZIN A JI BO KAMPANYAYA AZADIYÊ

Kampanya cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo hatibû destpêkirin li Norwecê eleqeyeke mezin ji bo wê hate nîşandan.

Hewldana Kampanyaya Ji Ocalan Re Azadî Ya Navnetewî ji siyasetmedarên pêş ên welatên cihê bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re azadî’ dest bi kampanyayeke ya îmzeyan kirin.

Di kampanyayê de ev hate gotin: “Azadiya Ocalan tê wateya demokratîkbûna Tirkiye û aştiya Kurdistanê.”

Li Norweçê ji 60’î zêdetir kesên naskirî îmze li binê kampayayê danî.

Di nava kesên îmze dan jî serokên partî, parlementer, profesor, nivîskar, hunermned jî hene.

Kesên ku kampanya îmzekirine hin ji wan ev in;

Endamên Partiya Çep a Sosyalîst Petter Eide, Nicholas Wilkinson, Torgeir Knag Fylkesnes

Bjørnar Moxnes endamê parlamenê Red Party Leader, hunermend Ahzami Raknerud Rapper û Hanan Bennammar

Professor Bernt Hagtvedt, Olav Asheim Professor

sînemager Iman Meskini, Marlon Langeland, Anders Eiebakke.

KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ
LI ROMAYÊ BI SEDAN REWŞENBÎR, HUNERMEND Û SIYASETMEDARAN DESTEK DA

Ji bo kampanya azadiya Rêber Apo li paytexta Îtalya Romayê jî xebat hat meşandin.

Komîteya “Dem hatiye; Ji Ocalan re azadî” li Romayê ji bo kampanyayê îmze kom kirin.

Li Îtalyayê heta niha 550 entellektuel, nivîskar, siyasetmedar û hunermend îmze dane.

Komîteyê bi munasebeta Roja Mafê Mirovan a Cîhanê der barê kampanyayê û êrişên dewleta tirk li Qedemeyajêrîn a 8’an a Garbalettayê ya Romayê têkildarî daxuyaniyek da û ji bo kampanyayê piştgirî xwest.

KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ
LI PARLAMENA SWÊDÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO KOMÎTE HAT AVAKIRIN

Li parlamena Swêdê bi minasebeta 10’ê kanûnê roja mafê mirovan ji bo azadiya Rêber Apo komîteyek hat avakirin.

Di nav damezrînerên komîteyê de serokê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Benny Gustafsson jî heye.

Benny Gustafsson got; ev kampanya li seranserê Ewropayê dewam dike. Li Swêdê jî heta niha di nav de rewşenbîr, sendîkavan, ûnerên partiyan bi dehan kes kampanya îmze kirine.”

Benny Gustafsson diyar kir ku di serê de ji bo azadiya Rêber Apo wê ji bo serbestiya hemû girtiyên siyasî bi rayedarên hikûmeta Swêdê re hevdîtinan bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv