Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Daxuyaniya Mesrûr Barzanî Şengalê ji nû ve weke hedef nîşan dide 10.12.2020

 

DAXUYANIYA MESRÛR BARZANÎ LI SER ŞENGALÊ
KCK: JI NÛ VE ŞENGALÊ WEKE HEDEF NÎŞAN DIDE

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî Mesrûr Barzanî.

Di daxuyaniyê de îdîayên Mesrûr Barzanî derheqê Şengalê de hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:

Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyên xwe gelek bûyer berevajî kirin.

Dema 2014’an DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, PDK’ê xelkê Êzidî neparast û terk kir.

Heman PDK’ê bi peymana 9’ê Cotmehê re xelkê Êzidî bi talûkeyeke din re rû bi rû hişt.

PKK piştî ku xelkê Êzidî ji qirkirinê rizgar kir, 2018’an fermî ji Şengalê vekişiya.

Tevahiya cîhanê ev xwevekişandin ji çapemeniyê şopand û bû şahid.

Lê PDK û dewleta Tirk timî daxwazên xwerêveberiyê yên xelkê wir krîmînalîze kirin û êriş kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji mafê xelkê Êzidî ye xwe birêve bibe û biparêze û hat gotin:

Xelkê Şengalê mafê xwerêveberiyê û xweparastinê yên bi qanûnên Iraqê hatine parastin dixwaze.

Me jî ev daxwaza mafdar û rewa ya vî gelî destek kir û em ê timî piştgiriyê bidin.

Xelkê Şengalê ev 2 meh in çalakiyên xwe didomîne û dixwaze peyman were betalkirin.

Lê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniya xwe, ji nû ve Şengal weke hedef nîşan da.

DAXUYANIYA MESRÛR BARZANÎ LI SER PKK’Ê
KCK: DAGIRKERIYA TIRK REWA KIR, DIVÊ PDK DI ŞERÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK DE LI CEM ME CIH BIGIRE

Di daxuyaniyê de îdîayên Mesrûr Barzanî yên di heman civînê de derheqê PKK’ê de kirî jî hatin bibîrxistin û ev bersiv hat dayîn:

Berxwedana lehengî ya PKK’ê li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk dike, berevajî kir û reş kir.

Qet behsa dewleta Tirk a beşek ji xaka Başûr dagir kiriye nekir û bi vê yekê dagirkeriya Tirk rewa kir.

Em careke din radigihînin, ku divê PDK li dijî dagirkeriya Tirk li cem me cih bigire.

Bi danûstandin û hevdîtinan pirsgirêk werin nirxandin.

ÇAPEMENIYA PDK’Ê HEWL DIDE BÛYERÊN TUNDIYÊ BIXE STÛYÊ PKK’Ê
KCK: EV YEK XIZMETÊ JI POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK RE DIKE

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de li ser xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê û hin îdîayên çapemeniya PDK’ê jî wiha hat gotin:

Ev çend roj in, çapemeniya PDK’ê hewl dide bûyerên şidetê bixe stûyê tevgera me.

Ev beş bi zanebûn xizmetê ji wê yekê re dikin, ku gel li hemberî hev sor bikin û aloziyê kûrtir bikin.

Bingehê ji polîtîkayên dewleta Tirk ên bêîstîqrarkirina Başûrê Kurdistanê û derxistina şerê navxweyî re amade dikin.

Jixwe MÎT’a Tirk ji bo vê yekê di nava xebat û provokasyoneke ciddî de ye.

XWEPÊŞANDANÊN LI BAŞÛR
KCK: DIVÊ TAVILÊ DAXWAZÊN GEL WERIN BICIHANÎN

Di daxuyaniya KCK’ê de ji bo helwesta tevgera azadiyê li ser xwepêşandanên li Başûr jî wiha hat gotin:

Me weke tevger timî got, divê daxwazên rewa yên gel werin bicihanîn.

Em di van xwepêşandanên dawî de jî xwedî heman helwestê ne.

Şewitandina avahiyên fermî û partiyan nayên qebûlkirin.

Wekî din em bikaranîna şidetê û çekan li dijî xwepêşandêran şermezar dikin.

Daxwazên gel rewa ne divê tavilê bi rêyên demokratîk werin bicihanîn û çareserkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv