Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ji aliyê koma sêyemîn ve tê birêve birin 10.12.2020

 

GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
GREVA BIRÇÎBÛNE JI ALIYÊ KOMA SÊYEMÎN VE TÊ BIRÊVEBIRIN

Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ji bo azadiya Rêber Apo ev du heftene di greva birçîbûnê de ne.

Koma sêyemîn a çalakiya greva birçîbûnê bi rêve dibe.

Di vê navberê de rayedarên dewletê jî bi îradeya berxwedêran bişkînin zextên xwe li ser wan zêde kirine.

Gurbet Ceylan û Leyla Sarac li zindana Bayburt Tîpa M’yê di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyan diyar kir dewleta Tirk li hemberî biryardariya girtiyan serî li rêbazên qirêj dide û gotin:

Bi êriş û zextan ti hêz nijkarin îradeya me bişkîne heta azadiya rêberê xwe emê li berxwe bidin.

Yek ji girtiyên ji doza PKK’ê jî Teymur Enes ê ji Rojavayê Kurdistanê Girkê Legê ye.

Teymur Enes ê niha li zindana Îzmîrê girtiye di greva birçîbûnê de ye.

Dayîka wî Celîla Şêx ji herkesî xwest, xwedî çalakiya girtiyan derkevin.

Rêxistina TUHAY-DER’ê jî têkildarî berxwedana girtiyan li pêşiya zindana Amedê daxuyaniyek da.

Tevî malbatên girtiyan gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Endamê Meclîsa TUHAY-DER’ê Mehmet Uzel xwest ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Girtiyên siyasî rumeta me ne’ bi dawî bû.

Rêxistina DBP’a Wanê jî wê 22’ê Kanûnê sêyemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne.

Beriya kongreyê DBP’ê civînek li darxist.

Hevserokê partiyê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û li ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya rêber APo rawestiya.

Bayindir da zanîn ku berxwedana hevgirtî wê tecrîdê bişkîne û Yekîtiya Netewî pêk bîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv