Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Partiya çep a Swêdê tecrîda li Îmraliyê bir rojeva parlamenê 10.12.2020

 

PERGALA TECRÎD Û ÎŞKENCEYÊ; ÎMRALÎ
PARTIYA ÇEP YA SWÊDE TECRÎD BIR ROJEVA PARLAMENÊ

Rêber Apo li zindana Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin.

ji 27’ê nîsanê vir ve ku wê demê bi malbata xwe re carekê karîbû bi telefonê biaxive, tu agahiyekê jê nayê girtin.

Ji bo şikandina vê tecrîdê KCK û KJK Pêngava dem Dema Azadiyê ragihandin.

Kurdistanî ji bo azadiya Rêber Apo li welat û derveyî welat li ser piyan in.

Li zindanên dewleta tirk dîlên azadiyê ji bo şikandina vê tecrîdê û azadiya Rêber Apo ev 14 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Bi sala çalakiyên Kurdistaniya û xwedîdeketina wan a li Rêber Apo li cîhanê jî tecrîd dibe rojev.

Parlamanterê partiya çeggir a Swêdê Hakan Svenneling derheqê pergala tecrîdê de pirsnameyek arasteyî Wezîra Karê Derve a Swêdê Ann Lînde kir.

Parlamenter Hakan Svenneling di pirsnameya xwe de bal kişand ser binpêkirina mafan ê li Îmraliyê û rapora CTP’yê ya der barê tecrîdê de jî bi bîr xist.

Hakan Svenneling diyar kir ku CPT’yê di rapora xwe de cih dabû binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê û rewşê weke tecrdî bi nav kiribû û xwestibû dewleta tirk dawî li tecrîdê bîne.

Hakan Svenneling bi bîr xist ku piştî ku partiya Die Linke rapora CPT anîbû rojeva meclîsa Almanyayê, hikûmeta diyar kir ku divê dewleta tirk demildest dawî li îşkence û kiryarên dervayî mirovahiye ên ku di rapora CPT de derbas dibin, bîne.

Hakan Svenneling piştre ji bo ku bibersivîne ev pirs arasteyî Wezîra Karê Derve a Swêdê Ann Lînde kir

Wezîr di axaftinên dualî de wê ji rayedarên tirk re pêşniyara bi bicîhanîna pêşnîyazên li dijî îşkence û kiryarên dervî mirovahî ku di rapora CPT’ê jî cih digrin bike yan na?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv