25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETA LI SER JINÊ
LI WAN, AMED, STENBOL Û ÎZMÎR JINAN LI PÊŞIYA ZINANAN ÇALAKÎ KIRIN
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jinan di nava şert û mercên faşîzmê de 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin.
Yek ji welatên cihanê ku lê herê zêde şîddet li jinan tê kirin Tirkiye.
Li gelek bajaran jin li qadan bûn û ji bo balê bikşînin ser binpêkirinên mafan li pêşiya zindnan daxuyanî dan.
Navnîşana çalakiya li Amedê pêşiya zindana Tîpa D’ê bû.
Polîsan dor li jinan girtin û hewl dan çalakiyê asteng bikin.
Lê jinan guh neda astengiyan û daxuyaniya xwe xwendin..
Parlementera HDP’ê Remziye Tosun îşaret bi zilm û zora li zindanan kir û ev peyam da.
Li Wanê jî jinan li nêzî kampusa zindanê daxuyaniyek da,
Di daxuyaniyê de banga daketina qadan û têkoşînê li jinan hat kirin.
Li Stenbolê endamên TJA’yê li pêşiya zindana jinan a Bakirkoyê çalakiyek pêk anîn.
Jinan îşaret bi binpêkirinên mafan ên li zindanan kirin û xwestin girtiyên nexweş werin berdan.
Berdevka HDK’ê Esengul Demîr û parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Dilşat Canbaz jî di çalakiyê de amade bûn.
Jinan berxwedana Leyla Guven û Ayşe Gokkan silav kirin..
Û diyar kirin ku ew ê tu carî li ber zihniyeta faşîst a ku dijmînê jinê ye serî netewînin.
Endamên TJA’yê bi heman armancê li navçeya Îzmîrê Konakê jî daxuyaniyek dan.
Beşdaran destnîşan kirin ku di dema desthiladariya AKP’ê de kuştin û şîddeta li ser Jinê qet bi qet zêde bûye.
Li dijî şîdetê banga mezinkirina têkoşînê li jinan hat kirin.