Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: ‘Bi milyonan jin li dijî pergala baviksalarî di nava berxwedanê de ne’

 

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETA LI SER JINÊ
KJK: BI MÎLYONAN JIN LI DIJÎ PERGALA BAVIKSALARÎ DI NAVA BERXWEDANÊ DE NE

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi minasebeta 25’ê mijdarê daxuyaniyek da.

KJK’ê destnîşan kir ku bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re tê dîtin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ji her demê bêhtir mezin bûye.

Li çar aliyên cîhanê jin ji bo li ber tundiya mêr rabin tevlî nava refên berxwedanê dibin.

Ji Kurdistanê heta Afganistanê, ji her temenî, rengî û neteweyî bi milyonan jin li dijî sîstema baviksalar serî hildane.

Em hemû jinên ku tevli pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad e û civaka azad e’ bûne silav dikin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETA LI SER JINÊ
KJK’Ê: EM BANG LI HEMÛ JINAN DIKIN KU TEVLI ŞIKANDINA PERGALA ÎMRALIYÊ BIBIN

KJK’ê îşaret bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê kir û ev daxuyand:

Em Rêberê xwe Abdullah Ocalan silav dikin ku di encama komploya nemerdane zêdeyî 22 sal in bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye.

Em sîstema êşkenceyê û dîlgirtinê ya NATO’yê ku li ser tê ferzkirin rûreş dikin.

Rêber Apo afirînerê Şoreşa Azadiya Jinê ya Kurdistanê ye ku îro li cîhanê ji jinan hemûyan re bûye çavkaniya sûdwergirtinê.

Sedemeke dîlgirtina wî ji aliyê sîstema mêr-dewletperest, sedemeke tecrîdkirina wî ev yek e.

Ji ber vê yekê weke tevgera jinê em hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê weke têkoşîneke xwe ya bingehîn dibînin.

Em bang li jinan hemûyan dikin ku dîwarên zindana Îmraliyê bi hev re hilweşînin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETA LI SER JINÊ
KJK’Ê: JI BO AZADIYÊ JI BO MEZINKIRINA ŞOREŞA JINÊ EM TÊDIKOŞIN

KJK’ê polîtîkayên pergala mêtingeriya faşîst a tirk bi bîr xistin û ev peyam da:

Bi pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina jin a azad û civaka azad e’ em berxwedanê birêxistin dikin.

Bi navê KJK’ê em bang li jinên Kurdistanî hemûyan dikin ku li dora pêngava me bicivin.

Bi taybetî bi wesîleya 25’ê Mijdarê em bang li jinên Kurd ên li Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bi çalakiyên bi bandor li dijî sîstema qirker sekneke xurt nîşan bidin.

Em ne tenê ‘li dijî’ zextan xwe bi rêxistin dikin.

Ji bo azadiyê, ji bo jiyana azad, ji bo azadkirina jiyanê yanî ji bo şoreşa jinê em xwe bi rêxistin dikin, têdikoşin û li ber xwe didin.

Armanca me ne tenê lawazkirina sîstema mêr e. Dem hatiye ku dawî li vê sîstemê bînin.

Dem dema azadiyê ye. Lewma em dibêjin dem ew dem e ku li her devera cîhanê têkoşîna şoreşgerî ya jinê bihûnin, bi rêxistin bikin û mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv