BANGA TEVGERA JINÊN AZAD TJA’YÊ:
LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET Û QIRÊJÎ TEKANE RÊ TÊKOŞÎN E
Tevgera Jinên Azad TJA’yê li dijî çeteyên fihûş û tiryakê yên bi desteka dewleta Tirk li Colemergê tên pêşxistin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de TJA’yê bang li gelê Kurd kir ku, li dijî kiryarên wisa qirêj li ser têgeha xwe parastinê bi baldarî tevbigerin.
TJA’yê da diyar kir ku piştî çeteya jinan ber bi fihûşê ve dişkine deşîfre bûye û şûn ve li heremê hin çavdêrî kirine.
Di daxuyaniya xwe de TJA’yê bal kişand ser çeteya fihuşê û ev nirxandin kirin:
Di van demê dawî de li gund, navçe û navenda Colemergê çeteyeke fihûşê hate deşîfrekirin.
Dema ku mirov vê lîsteya qirêj dinêre tê dîtin ku esker û cerdevan serkêşiyê jê re dikin.
Yên ku beriya bi salan digotin, ‘li şûna ku bibin terorîst bila fihûşê bikin’ ev çeteya fihûşê ava kirine.
Ev çete pratîka hişmendiya peywirdar û erkdarên dewletê ye.
TJA’yê li dijî kiryarên qirêj ên li ser civakê tên ferzkirin jî bal kişand ser têkoşînê:
Li dijî polîtîkayên qirkirina çandî, fihûşê, sîxûrtiyê û madeyên hişbir bîreweriya xwe ya nasnameyî biparêzin û li nirxên civakî netewî xwedî derkevin.
Tevgera Jinên Azad di dawî de bang li gel, jin û ciwanên kir ku li dijî amûrên şerê taybet a sîstematîk bihistyar bin.
Bi xurtkirina xweparsatinê rêxistinî bibin û êrîşên pergala desthilatdarxwaz pûç bikin.