LI ÛRMIYÊ ÊRIŞA NIJADPERESTÎ
LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ 2 KURD HATIN KUŞTIN
Roja 7’ê Tebaxê kesekî Azerî li kolana Pîranşarê ya bajarê Neqede yê parêzgeha Ûrmiyê bi kêrê êrîşê çend ciwanên Kurd kir.
Di vê êrîşê de ciwanê Kurd yê bi navê Wurya Êbrahîmî hat qetilkirin.
Li gorî agahiyan êrîşkar û kujerê Azerî beriya wê li taxa Dadgahê êrîşî ciwanên Kurd yê bi navê Yûnis Qadirî kiribû.
Piştî êrişê hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê tên cihê bûyerê.
Kurdên li Neqedê dijîn jî bi bihîstina bûyerê berê xwe didin cihê êrişê.
Li wir kujer bi alîkariya hêzên ewlekariyê siwarê ambûlansê dibe û ji wê derê direve.
Piştre komek qerebalix yê Azerî ku di destê wan de çek hene, gefan li şêniyên Kurd ên bajêr dixwin.
Piştî demekê ku alozî her ku diçû kûr dibe, hêzên ewlekariyê gule li sivîlan reşandin.
Di encama wê gulebaranê de Kurdê bi navê Mihemed hate kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin hêzên ewlekariyê midaxeleyê koma nijadperest nekirine û tenê êrîş birine ser Kurdan.
Heman çavkaniyê ragihandin ku li navçeyê alozîn hîn dewam dike.