Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Denîz Firat…Jineke wêrek a rojnamevan û şoreşger

 

JINEKE WÊREK A ROJNAMEVAN Û ŞOREŞGER: DENÎZ FIRAT
BI DÎMEN, PÊNÛS Û WÊNEYÊN XWE KÊLÎ BI KÊLÎ LI DU ŞOPA HEQÎQETÊ GERIYA

Leyla Yildiztan-Denîz Firat, berî 7 salan li ser milan vegeriya warê lê ji dayik bûye.

Lêgerînvana heqîqetê; bawer kir ku heqîqet eşk e û eşk jiyana azad e, her ku bimeşe jî wê zêde bibe.

Bi dehhezaran ew pêşwazî kir. Jinên ciwan dan ser şopa wê.

Wê jî dabû ser şopa jinên mîna Gurbetellî Ersoz, Şîlan Aras, Arjîn Amed.

Di sala 1984’an li gundê Xecê Xatûn ê navçeya Çildêran a girêdayî bajarê Wanê ji dayik dibe.

Lê di zaroktiya xwe de zext, zordarî, girtin, sirgûn, mirin, êşan nas dike, bi dagirkerî û mêtingeriyê dihese, li dijî dijmin bi hêrs û kîn dibe.

Malbata wê ya welatparêz berê xwe dide Rojhilatê kurdistanê, lê ji ber zextên Rejîma Îranê li kampa Zelê, paşê jî li Mexmûrê bi cih dibin.

Di nava demê de 4 xuşk, Binevş, Sarya, Denîz û Binevşa biçûk tevlî nav refên gerîla dibin.

Binevş û Sarya di nav refên azadiyê de şehîd dibin.

Denîz Firat êdî beyî çiyayan, hevreyên xwe, têkoşînê, kedê nikare bijî, hilmê bistîne.

Qendîl, Rojhilatê Kurdistan û Behdînan dibin warê gerîlatiya wê.

Coş, kelecanî, moralê wê hîna ji dûr ve tê dîtin, tiştê dibêje pêk tîne, ranaweste.

Bi jiyana xwe ya komûnal û kolektîf dikare dilê her hevalê xwe de cîh digre.

Di sala 2007’an de derbasî xetatên çapemeniyê dibe.

Bi wêne, pênûs û dîmenên xwe di nav şer de nûçevaniyek hêja dike.

Dema di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Mexmûrê dikin, diçe çeperên pêş, şer ji cîhanê re radigand.

Lê di 8’ê Tebaxê de jina rojnamevan û şoreşger tevlî karwanê şehîdan bû.

Wekî her sal îsal jî heval, hogir û malbata wê ya li Wargeha şehîd Rûstem Cûdî ew bi bîr anîn.

Rêhevalên wê dilnizmî, têkoşerî û welatparêziya Şehîd Denîz bibîr xist û soza xwe ya xwedîderketina mîrateya wê nû kirin.

Malbatê jî got, şehadeta wê û xuşkên wê ji bo me serbilindî û rûmet e.

Berîtan Medusa ya li Qamişlo nûçegihana Jin tv ye, diyar dike ku niha wan du xuşkan daye ser şopa xuşka xwe Şehîd Denîz..

Xuşka ya bi navê Sarya jî dibêje, min ji nivîsandinê heznedikir, bi Denîz re min dest bi destpêkek nû kir.

Yekîtiya Ragihandina Azad a Jinê RAJIN’ê jî di kesayeta wê de şehîdên çapemeniya azad bibîr anîn û got:

”Bi saya sekna şoreşger a mînak û pîvana welatparêziyê yên mîna hevrê Denîz nasname û xeta çapemeniya jina azad ava bû.

Jinên dixwazin bibin şopdar û lêgerînvanên heqîqeta jin û civakê, bila sekna Denizan ji bo xwe bikin pîvan û mînak.

Weke şopdarên xeta Denîzan bi biryardarî em ê bibin dengê berxwedan û têkoşîna jinan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv