SALVEGERA 11’AN A WEFATA ARAMÊ TÎGRAN E
TEV-ÇAND EWRÛPAYÊ EW LI SER GORA WÎ BIBÎRANÎ
Aramê Dîkran di salvegera 11’an a wefata xwe de hat bibîranîn.
Hunermendên Tev-Çandê ew li ser gora wî ya li paytexta Belçîka Brukselê bibîranîn.
Hunermend yek bi yek axivîn û qala kesayeta Aram kirin.
Destpêkê hunermend Kawa axivî.
Comert jî qala peyamên Aram ên ji bo gelê Kurd kir.
Hekîm Sefkan jî qala xizmeta wî ya ji bo hunera Kurdî kir.
Bengî Agirî jî qala bîranînên xwe yên bi Aram Tîgran re kir.
Nivîskar Kaksar Oremar jî li ser kesayeta Aram Tîgran nirxandin kirin.
Hunermend Aram Tîgran 8’ê Tebaxa 2009’an li Yewnanîstanê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Aram Tîgran ji ber qirqirina Ermenan ji neçarî koçî Qamişlo kir û 1934an li wir ji dayîk bû.
Aramê Dîkran di 53 salên hunera xwe de nêzî 500 stran tevî muzîka wan berhev kirin û gotin.