LI TIRKIYEYÊ KARESATA LEHIYÊ
27 KES MIRIN Û GELEK KES JÎ WENDANE
Barana zêde li herêma Derya Reş veguherî felaketa lehiyê.
Li navçeya Ayancikê ya Sînopê ji ber lehiyê ava çekm zêde rabû.
Li Kastamonûyê jî li 8 navçeyan lehî rabû.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê têkildarî rewşê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber lehiya zêde gelek mal û avahî ruxiyane.
Afatê ragihand ku li Kastamonûyê 25 kes, li Sînopê jî 2 kes mirin e û ji gelek kesî agahî nayê girtin.
Servîsên meteorolojiyê da zanîn ku wê roja Şemiyê dîsa baran bibara û metirsiya dîsa lehî rabe heye.
Tişta balkê tevî li herêmê kerasetek wisa giran tê jiyîn jî medyaya hawiz ya îqtidara AKP/MHP’ê mîna li herêmê tiştek nîne rewşa heyî ji nedîtinê ve tên.