AQÛBETA 3 GERÎLAYÊN LI XELÎFANÊ
PARASTINA PDK’Ê GEF LI MALBATA GERÎLA WARGEŞ ÇAVREŞ XWAR
Hêzên PDK’ê 26’ê Tîrmehê li nêzî gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê dor li komeke gerîlayên HPG’ê girtibûn.
Ev 18 rojin agahî ji vê koma HPG’ê nayê girtin.
HPG”ê der barê 3 gerîlayên ku ji 26’ê tîrmehê ve agahî ji wan nagre, di 29’ê Tîrmehê de daxuyanî da bû çapemeniyê.
Yek ji wan 3 gerîlayan Ayhan Tatli bi nasnav Wargeş Çevreş e.
Xwişkên gerîla Wargeş jî der barê aqûbata birayê xwe ji ANF’ê re axivîn û bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û rayedarên PDK’ê kirin ku der barê aqûbeta birayê wan û hevalên wî de daxuyanî bidin.
Xwişa Wargeş Felek Tatli destnîşan kir ku ji bo aqûbata birayê xwe hîn bibin ew çûne Hewlerê û wiha pê de çû: “li Hewlêrê em çûn Parastinê û li wir ji parastinê bi kesê bi navê Zinar re me hevdîtin kir.
Li dewsa der barê birayê min de agahiyê bide li navenda parastinê gefa girtinê li me xwar û got, ‘derkevin ji vir, carek din neyên vir, niha ez dikarim we bigrim û we neşînim Tirkiyê’.
Dema dijmin êriş dike em pê naêşin, em dizanin ew dijmin e, tişta ku em pê diêşin kiryarên Barzanî û PDK’ê yên qirêj e.