PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KURD Û DOSTÊN XWE 14’Ê TEBAXÊ WÊ LI DUSSELDORFÊ BIN
Di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema azadiyê ye’ 14’ê Tebaxê li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê xwepêşandaneke mezin tê lidarxistin..
Meşa li Dusseldorfê ji aliyê DEFEND KURDISTAN û gelek sazî û rêxistinan vê tê organîzekirin.
Her wiha hejmareke zêde nivîskar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyen jî destekê didin çalakiyê..
Ji gelek welatên Ewrûpayê wê bi deh hezaran kes li Dusseldorfê kom bibin.
Di çalakiyê de wê li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîdkirina rêber APO nerazîbûn were nîşandan.
Û berxwedana gerîla û pêngava 15’ê Tebaxê wê were silavkirin.
Komîteya rêveber a meşê dide zanîn ku hemû amadekariyên wan qediyane û bang li Kurdistanî û alîgirên azadî û demokrasiyê dike da ku roja 14’ê Tebaxê bi awayê herî çalak beşdarî hevdîtina Dusseldorfê bibin..
Ji bo beşdariya meşê di serî de li Almanyayê li gelek welatan otobûs hatine amadekirin..