PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
HDP’A BATMANÊ BANGA BEŞDARIYA MITÎNGA 14’Ê TEBAXÊ KIR
Partiya Gelan a Demokratîn, Kongrereya Civaka Demokratîk KCD, Partiya Herêmên Demokratîk DBP û aktivîstên TJA’yê bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ wê 14’ê Tebaxê li Batmanê xwepêşandanekê li dar bixin.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wê beşdar bibin.
Mitînga li Batmanê saet 18’an li qada Newroz dest pê dike..
Li bajêr haziriyên ji bo mitîngê dewam dikin.
Endam û rêvebrên HDP’ê bi tevlîbûna parlementeran mal bi mal, dikan bi dikan digerin û gel vedixwînin mitînga 14’ê Tebaxê.