PÊŞBIRKA HESPAN
LI TIL HEMÎSÊ PÊŞBIRKA HESPÊN ESÎL PÊK HAT
4, pêşbirka Hespan, li navçeya Til Hemîsê bi tevlîbûna 150 hespên esîl hat lidar xistin.
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Navçeya Til Hemîsê, bi armanca parastina kevneşopiya çanda resen pêşbirkê organîze kir.
Pêşbirk ji 8 qonaxan pêk dihat, beza hespan di navbera hezar heya hezar û 600 mîtreyan de bû.
Di dawiyê de sê astên destpêkê yên serkftî hatin xelatkirin.