ÊRIŞÊN REJÎMA ÎRANÊ LI DIJÎ KOLBERAN
KOLBERÊ BI NAVÊ MIHEMED EMÎN QADIRÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Êrişên rejîma Îranê yên li dijî kolberan bê navber didomin.
Li gorî Kolber Newsê, hêzên rejîmê li ser sînorê Meran ê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, gule li komek kolber reşandin.
Di encamê de Kolberê bi navê Mihemed Emîn Qadirî, yê xelkê Bane jiyana xwe ji dest da.