LI SILOPYA DAYÎKA TAYBET HAT BIBÎRANÎN
“RÛMETA MIROVAHIYÊ 7 ROJAN LI NÎVÊ KOLANÊ MA”
Kanûn sala 2015’an weke gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk li Silopyayê jî derketina derve li gel qedexe kir..
Di pêvajoya qedexekirinê de, hêzên taybet ên Tirk bi fermana Erdogan êrişî gelê Kurd kirin û mohra xwe li bûyerên hov dan..
Yek ji wan jî kuştina dayîka 57 salî Taybet Înan e..
19’ê Kanûnê polîsan Taybet Înan a dayîka 11 zarokan li kolanê kuştin û cenazeyê wî 7 rojan li nava rastê hiştin.
Tevî hemû hewldanan jî hêzên dewleta Tirk destûr nedan ku cenazeyê dayîka Taybet were rakirin.
Tiyê wê Yûsûf Înan jî dema hewl da cenaze rake hat kuştin.
Di salvegera şehadetê de dayika Taybet û tiyê wê, hatin bibîranîn.
Endam û rêveberên HDPê ji rêxistina HDPa Silopya heta mala dayê Taybet meşiyan.
Li vir hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û got, emê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin.
Ya heft rojan li nîvê kolanê ma, ne tenê dayika Taybet bû, rûmet û wijdana mirovahiyê bû.
Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr jî wiha axivî..
Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.