Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji fermandarê QSD’ê Ezîz Xerbîsan: Hêzên me hewldanên dagirkeran têk birin 18.12.2020

 

JI FERMANDARÊ QSD’Ê EZÎZ XERBÎSAN:
HÊZÊN ME HEWLDANÊN DAGIRKERAN TÊK BIRIN

Dewleta dagirker a tirk ji bo navçeya Eyn Îsa dagir bike bi piştgiriya komên çete êrişek berfireh bir ser herêmê.

Hêzên QSD’ê bersivek xurt dan êrişa ku di bin kontrola balafirên keşfê de çêbûyî

li ser êrişa dagirkeriyê û pevçûnên li herêmê diqewimin ji fermandariya QSD’ê ya herêma Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan agahî dan ajansa ANHA’yê.

Fermandarê QSD’ê Xerbîsan diyar kir ku artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ji saetên berbangê êriş birin ser gundê Cehaba yê 5 km dûrî Eyn Îsayê û wiha got:

“Dagirkeran bi çekên giran êrişî gundê Cehaba kir û hewldan ku gund dagir bikin.Hezen me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da û hewldanên wan ên dagirkirinê têk birin.

Piştî ku êriş hatin têkbirin, hêzên dagirker careke din êrişî rêya M4, derdora Eyn Îsa û gundê Seyda kir. Êriş li dijî gundên bi sivîlan dagirtî, pêk hatin û sivîlên herêmê bi xetereyê re rû bi rû ne.”

Xerbîsan anî ziman ku tevî avakirina nuqteyên hevbeş jî, êrişên artêşa dagirker a Tirk zêdetir bûne û wiha domand:

“Di êrişan de nuqteyeke hevbeş ku li rojhilatê depoyên Eyn Îsayê hatibû avakirin, bûn hedefa êrişan û leşkerekî hêzên hikumetê birîndar bû. Tevî wê yekê jî ne hêzên Rûsyayê ne jî hêzên rejimê tu bersiv nedan êrişan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv