Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Nûçeyên weke gerîla bombe danîne bin rêya Sîdekanê ne rast in 18.12.2020

 

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA HPG’Ê:
NÛÇEYÊN WEKE GERÎLA BOMBE DANÎNE BIN RÊYA SÎDEKANÊ NE RAST IN

HPG’ê têkildarî nûçeyên li hin saziyên çapemeniyê û hesabên medya dîjîtal ku îdîa dikin li ser rêya bingehîn a Sîdekanê bombe hatiye bicihkirin, daxuyaniyek da.

HPG beyan kirin ku nûçe bi zimanê medya şerê taybet hatine amadekirin û nûçeyên şaş û derewn in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de cih da van detayan;

Di weşanên hin ragihandinan de û di hesabên medya dîjîtal de tê îdiakirin ku PKK’ê bombe li ser rêya bingehîna Sîdekanê bi cih kiriye.

Ev nûçe bi zimanê medya şerê taybet hatine amadekirin û nûçeyên şaş û derewn in.

Bila dost û dijmin her kes zanibe ku gerîla wê ti carî nekeve nava hewldaneke li dijî gelê me.

Nûçeyên bi vî rengî yên derew ên li dijî tevgera me, xizmetê ji armancên provokatîf re dikin.

Ev ne li berjewendiyên gelê kurd e divê dest ji hewldanên bi vî rengî bê berdan.

Bila gelê me û bi taybetî jî xelkê herêmê baweriya xwe bi nûçeyên wiha provokatîf neyne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv