LI EYN ÎSAYÊ HEWILDANÊN DAGIRKERIYÊ
LI HEMBERÎ ÊRIŞAN REJÎMA SÛRÎ Û HÊZÊN RÛS BÊDENG IN
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, êriş birin ser gundên Mişêrfê û Çelbê yên li bakur û rojhilatê Eyn Îsayê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD, di çarçoveya xweparastinê de bersiv dan dagirkeran û şer qewimî.
Li herêmê demeke dirêj pevçûn dewam kir, êrişa çeteyan hate têkbirin.
Dagirkerên ku ji êrişê nekarî tiştekî bi dest bixin, vê carê bombe li gundên Mişêrfê û Çelbê û rêya bejahî ya M4 barandin.
Cihên ku dewleta Tirk a dagirker êriş dibe ser nêzî nuqteyên hêzên rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê ne, lê tevî vê yekê jî hêzên rejîmê û Rûsya bêdeng in.
LI EYN ÎSAYÊ HEWILDANÊN DAGIRKERIYÊ
HEVSEROKA MSD’Ê EMÎNE OMER: DIXWAZIN HERÊMÊ RADESTÎ REJÎMA SÛRÎ BIKIN
Li ser mijarê Hevseroka MSD’ê Emîne Omer agahî da ajansa ANHA’yê.
Emîne Omer da diyar kirin ku berpirsyarê van êrişa Rûsyaye û got: “Rûsya ji bo navçeyê radestî hêzên hikumeta Şamê bike, bi van êrişan zextê li ser QSD`ê dike.”
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer di berdewama axaftina xwe de dest nîşankir ku dewleta Tirk dixwaze herême dagir bike û got:
Dewleta dagirker a tirk dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û rêya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qut bike. bi vê ve dixwaze herêmên dagirkiriye fireh bike.”
Emîne Omer bal kişand ser rola Rûsya jî û wiha domand: “Garantorê agirbestê Rûsya lewma berpirsyarê van êrişên li ser Eyn Îsayê pêş dikevin Rûsyaye”
LI EYN ÎSAYÊ HEWILDANÊN DAGIRKERIYÊ
TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER A SÛRIYÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN KON VEDA
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê konê çalakiyê veda û tekez kir ku ew ê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê li berxwe bidin.
Di roja yekemîn a çalakiya konvedanê de, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê Elî El-Ehmed daxuyaniyek da û êrişên dagirkeran ên li dijî navçeyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bêdengiya aliyên navneteweyî û hêzên garantor hat şermezar kirin.
Her wiha hate diyar kirin ku ku wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê bidin berxwedana şêniyên navçeya Eyn Îsayê û QSD’ê.