Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevdîtina du dagirkerên Kurdistanê: Erdogan û Kazimî li ser Kurdan bi zimanên cuda axivîn 18.12.2020

 

HEVDÎTINA DU DAGIRKERÊN KURDISTANÊ
ERDOGAN Û KAZIMÎ LI SER KURDAN BI ZIMANÊN CUDA AXIVÎN

Serokwezîrê bêhêz ê Iraqê Mûstafa El Kazimî ku bi desteka hêzên emperyal bi zorê li ser piya dimîne, duh mêvanê dewleta tirk bû.

Kazimiyê bi vê hevdîtinê dixwaze bi riya xweşkirina dilê Erdogan ji Enqereyê hin îmtîyazan bi dest bixe.

Bazirganiya her du aliyan, pereyên ji aliyê dewleta tirk hatine cemidandin û bikaranîna ava Çemê Dîcle û Feratê çend mijarên girîng ên ajandaya serokwezîrê Iraqê bûn.

Kazimî ji bo van mijaran de dewleta tirk qayil bike, bê guman hebûna PKKê ya li başûrê Kurdistanê û statuya Şengalê wekî mijarên bazarê anî rojeva civînan.

Herçiqas serokê tirk Erdogan qala başkirina têkiliyên aboriyê kir jî di hişê wî de PKK hebû.

Ji xwe hema piştî vê, bi gotinbaziya xwe ya meşhûr, yekser PKKê wekî dijminê dewleta tirk û Iraqê bi nav kir û ji Kazimî daxwaza şerê li hember tevgera rizgariya kurd kir.

Lê Iraq herî zêde bi mijara aboriyê re eleqeder e û ji Tirkiyeyê daxwaz dike, pereyên di Halkbankê de cemidandiye lê vegerîne.

Ev pereyê ji milyar dolaran pêk tê, berdêla firotina petrola başûrê Kurdistanê ye û dewleta tirk bi cemidandina vî pereyî dixwaze zextê li ser PDKê û rêvebiriya Bexdayê bike.

Hem Iraq û hem jî PDK daxwaza vegerandina pereyên petrolê dikin û ev jî dibe sebeb ku Enqere vê meseleyê wekî çek li hember her du aliyan bi kar bîne.

Niha baş nayê zanîn ka Bexda û Enqere li paş deriyên girtî li ser heta kîjan radeyê li hev kirine.

Lê eger di navbera her du aliyan de lihevhatinek pêk hatibe, ew ê bandorê wê ne tenê li ser têkoşîna rizgariya kurd pêk were lê wê zirara herî mezin PDKê bibîne.

Herçiqas PDKê xwe wekî dostekê dewleta tirk dibîne jî, ji bo Erdoganê pragmatîst dostaniya Bexdayê herdem di ser dostaniya PDKê re ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv