GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
LI ZINDANA RIHAYÊ 9 GIRTÎ TEVLÎ BERXWEDANÊ BÛN
Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ji 27’ê mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne.
Çalakî ji aliyê koma 5’an ve bi rêve diçe û 22 roje li zindanan grev heye.
Li girtîgehên Rihayê jî 9 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger kirni.
3 ji wan li girtîgeha Riha Tîpa T hejmar 1, 4 li girtîgeha Riha Tîpa T hejmar 2 di greva birçîbûnê de ne.
2 girtî jî li zindana Sîwereg Tîpa T di çalakiyê de ne.
5 Girtiyên li zindana Konyayê jî dest bi greva birçîbûnê kirin
GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
DÎLBER TANRIKULU: DIVÊ HERKES TEVLÎ BERXWEDANA ME BIBE
Dîlber Tanrikulu li zindana Jinan a Sîncanê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyam şand.
XEZAL YILDIRIM:
BILA HERKES DESTEKÊ BIDE ÇALAKIYA GIRTIYAN
Xezal dayîka Mehmet Yildirim e ku niha li girtîgeha Bafra girtiye û di koma 3’an greva birçîbûnê de cih girt. Xezal bang li herkesî kir destekê bidin çalakiya girtiyan.