Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK weke dewleta tirk propagandaya reş û şerê taybet dimeşîne 18.12.2020

 

HEVKARIYA QIRÊJ A PDK Û DEWLETA TIRK
PDK WEKE DEWLETA TIRK PROPAGANDAYA REŞ Û ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNE

PDK tevî serkirdeyên xwe bi dewleta tirk re li ser paşeroja gelê kurd hemûyî di nava tifaqeke qirêj de ye.

Ew weke estrumaneke dewleta dagirker li dijî Şoreşa Jinê ya Rojava û Tevgera Azadiya Kurdistanê propagandaya reş dike.

Alîkarê wezîrê pêşmerge Serbest Lezgîn di 16’ê kanûnê derket pêşberî çapemeniya partiya xwe PDK’ê û îdia kir ku YPG êrişî pêşmerge kiriye.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê van îdiayên Serbest lezgîn derewandin û diyar kir ku ew êrişî pêşmergeyan nekirine.

Ew herêma Sihêla ku Serbest lezgîn îdia kir YPG êrişî pêşmergeyan kiriye bi ser Dêrikê ve ye.

Li gorî peyaman 22’ê cotmeha 2019’an a Sotçiyê li herêma navborî hêzên YPG, YPJ û QSD’ê tune ne.

Piştî nerazîbûnên gelê kurd medyaya PDK’ê nûçeya xwe ya “YPG êrişî pêşmerge kir” ji weşanê kişand.

Lê piştre îcar îdiayên “PKK û YPG’ê li Sihêla êrişî pêşmerge kir” weşadin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 15’ê kanûnê bi Nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Sûriyê Joel Rayburn re bi telefonê axivî.

Di wê hevdîtinê de Mesrur Barzanî ji Jeol Rayburn re got: PKK’ê li Amediyê êrişî pêşmerge kir.

Yek ji îdiayên Barzanî jî ew bû ku çekên ku hêzên koalîsyona navdewletî dane QSD’ê, QSD’ê ew çek dane PKK’ê.

Gotinên Serbest Lezgîn û nûçeyên di medya PDK’ê de paralelê gotinên Mesrûr Barzanî ne.

Mesrur Barzanî jî bi van gotinan serî li argumantên rejîma faşîst a tirk da.

PDK li aliyê din ji serê meha îlonê ve ye sewqiyat û tehkîmata xwe ya li ser sînorê Rojava jî dewam kir.

Di demekî de ku PDK ev îdia anîn rojevê di 16’ê kanûnê de Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ku PDK’î ye li Enqerê bû.

Fuad Hisên bi wezîrê tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kir.

Çavuşoglu ji Fuad Hisên di şerê li dijî Tevgera Azadiyê de alîkarî xwest.

Fuad Hisên ku PDK’î piştî civînê got, wan der barê peymana Şengalê de axivine û îdia kir ku bicihanîna peymanê wê hem ji bo Iraqê hem jî ji bo herêmê baş be.

Piştî Fuad Hisên îcar serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî di 17’ê kanûnê de berê xwe da Enqerê.

Kazimî bi şefê rejîma tirk Erdogan re jî hevdîtin pêk anî.

Der barê îdiayên YPG êrişî pêşmerge kiriye daxuyaniyek jî

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêmê Şoreş Îsmaîl da.

Şoreş Îsmaîl îşaret pê kir ku wan der barê bûyerê de bi Koalîsyona Navnetewî re vê meselê axivîne.

Ev daxuyanî jî şaret pê dike ku Şoreş Îsmaîl jî îdiayên Mesrûr Barzanî dubare kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv