ÎDIAYÊN LI SER JIYANA RÊBER APO
LI SERANSERÎ EWRÛPAYÊ KURDISTANÎ JI BO RÊBER APO LI SER PIYA BÛN
Tecrîd û îdiayên li ser jiyana Rêber Apo li bajarê Wînsen-Lûhe yê Almanyayê bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Li bajarê Saarbrucken ê Almanyayê, gelê Kurd ji bo Rêber Apo daket qadan.
Gel li ber Europagaleri civiya.
Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûne diyar kirin ku hate hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibe wê çalakiyên xwe bidomînin.
Kurdistaniyên li bajarê Almanya Kolnê jî ji bo balê bikşînin ser tecrîd û îdayên der barê jiyana Rêbar Apo de li qadan bûn.
Li bajarê Îtalyayê Mîlano jî Kurdistanî û dostên xwe li qadan bûn.
Kurdistaniyan bi çalakiya li ber sefaretxaneya Tirk a li Mîlanoyê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê jî tecrîda li dijî Rêber Apo hat protestokirin û hevdîtina lezgîn a bi Rêber Apo re hat xwestin.
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê jî bi daxwaza agahiyekê derbarê Rêber Apo de bigrin, bê navber çalakiyên xwe didomînin.
Kurdistaniyan bi meşekê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî çalakî hebû.
Kurdên li vê derê nerazîbûn nîşanî tecrîda li dijî Rêberê Apo dan.
Di kombûnê bi zimanê Fînî daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de îdîayên têkildarî tenduristî û jiyana Rêber Apo bi raya giştî re hatin parvekirin.