DAGIRKER ÊRIŞÎ EYN ÎSA DIKIN
ŞERVANÊN QSD’Ê BERSIV DAN ÊRIŞKARAN, BI DEHAN ÇETE HATIN KUŞTIN
Di rojên arîfeya Newrozê de ku gelên herêmê xwe ji bo pîrozbahiyan amade dikin, dewleta Tirk careke din berê çekên xwe da sivîlan..
Ji roja Înê ve artêşa Tirk tevî çeteyên xwe bi dijwarî bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran dikin..
Şervanên QSD’ê jî ji bo parastina xelkê sivîl li ber êrişan radibin..
Doh gundê Hederiyat ê başûr rojhilatê Eyn Îsayê bû armanca êrişan û di encamê de zarokê 12 salî Mahmûd Himêdî El-Xelîl şehîd bû û 5 sivîl jî birîndar bûn.
Di roja duyemîn a êrişan de derdora Eyn Îsa û gundên Mialek û Seyda di hedefa hêzên dagirker de bûn..
NAVENDA RAGIHANDINÊ YA QSD’Ê:
LI HERÊMA EYN ÎSA 18 ÇETEYÊN DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Têkildarî encama şerê 24 saetên dawî, Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya QSD’ê ev agahî bi raya giştî re parve kirin:
Îro danê sibê saet li 5’an çeteyên dagirker bi çekên giran carek din êrişê gundên Seîda û Mealîk kirin. Di encama bersivdayina tund ya şervanên me de, çete neçar man ku paşve biçin.
Di encama berxwedana şervanên QSD’ê de li gundê Seida 10 û Mealik jî 8 çete hatin kuştin.
Her wiha 10 çete brîndar bûn.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku şervaneke wan şehîd bûye û 3 jî birîndar bûne..