NEWROZA 2021’AN
LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ NEWROZ TÊ PÎROZKIRIN
Agirê Azadiyê qadên Rojhilatê Kurdistanê germ kir.
Gel li çiyayên Gundê Dêwernaw yê bajarê Sînê agirê newrozê bi coşeke mezin pêxistin û dora wê gêvend gerandin.
Pîrozbahiyeke din jî ji gundê Serdoşî yê Merîwanê hat.
Bi sedan kes hatin li derdora agir kom bûn û bi coş newroza xwe pîroz kirin
Li gundê Nê ya Merîwanê jî bi çoşeke mezin newroz hat pêşwazîkirin.
AGIRÊ NEWROZÊ WÊ BI RIHÊ BERXWEDANA GARÊ GEŞ BIBE
XELKÊ BAŞÛRÊ KÛRDISTANÊ JI NEWROZA BINARÊ QENDÎLÊ AMADE NE
Di vê navberê de xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo Newroza mezin ya li Binarê Qendîlê bi rojane li ser pîyan bûn.
Amadekari bi dawî û wê sibe newroz bi coşeke mezin bê pîroz kirin.
Ji niha de bi hezaran kes ji Xaneqîn heya Zaxo berê xwe dane Qendîlê.
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî ji bo vexwendina Newroza Qendîlê Komîteya Amadekar belavok belav kir.