“NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI BAJARÊ DUSSELDORF BI RUHÊ BERXWEDANA GARÊ HAT PÎROZKIRIN
“Bi ruhê Garê Em Faşîzmê Têk bibin, Kurdistanê Azad bikin.”
Bi vê dirûşmê bi sedhezaran kes li bajarê Almanya Dusseldorfê daketin qadan û xwestin bi meşeke girseyî newroz pîroz bikin.
Lê polîsên Alman xwestin meşa kurdistaniyan asteng bikin.
Tevî hemû zext û astengiyan jî peyama berxwedanê ya li dijî dagirkeran hat dayîn.
NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI GELEK BAJARÊN EWRUPAYÊ NEWROZ HAT PÎROZ KIRIN.
Li Frankfurtê jî bi sedhezaran kes li qadan bûn.
Kurdistaniyan bi dirûşman berxwedana Îmraliyê slav kirin.
Li Marsîlya yê jî bi hezaran kes daketin qadan û bi meşeke girseyî newroz pîroz kirin.
Polîsên Alman li Hannoverê jî êrişî gel kir.
Ciwana nerazîbûn nîşanî êrişên polîsan dan.
Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê jî bi şahiyan cejna Newrozê pîroz kidin.
Li navçeya Miçûrînsk ya bajarê Tambovê bi tevlêbûna nûnerên rêxistinên Kurd ve şahiya pîroz bahiyê hat li darxistin.