Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Foza Yûsuf: Rêber Apo ji bo gelê kurd xeta sor e 20.03.2021

 

GELÊ KURD JI BER REWŞA RÊBER APO BI FIKAR E
FOZA YÛSUF: RÊBER APO JI BO GELÊ KURD XETA SOR E

Têkildarî îdiayên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo, Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsufji Ajansa Hawarê re axivî..

Foza Yûsuf rewşa li Îmraliyê weke metirsî binav kir û wiha got:

Gelê Kurd ji ber vê rewşa ne zelal bi hêrs e. Dewleta Tirk her gavê bi van siyasetên xwe xwestiye bandorê li moral û baweriya gelê Kurd bike. Niha jî hewl didin rewşeke wiha peyda bikin ku Kurd bi îradeyek şikestî Newroza 2021’an pêşwazî bikin.

Her çi bikin bila bikin, îrade û baweriya ku Rêber Apo di civaka Kurd de ava kiriye, dikare li hember tevahî êriş û komployan, xwe li ser lingan bigire û serkeftinê bi dest bixe.

Endama desteya hevserokatiya PYD’ê anî ziman ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî rewşa Rêber Apo bi baldarî dişopîne û wiha dewam kir:

Rewşa Rêber Apo ji bo me pirsgirêkeke neteweyî û exlaqî ye. Ji ber ku Rêber Apo îro nûnertiya tevahiya herêmê dike. Wek civaka Bakur û Rojhilata Sûrî, em xwe di ber azadiya Rêber Apo de berpirsyar dibînin.
Gelê me di vî warî de biryara xwe daye.

Ne êrişên faşîst ne jî êrişên nijadperest nikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Ji bo wê em di vê baweriyê de ne ku gelê me wê li Qadên Newrozê bi awayekî xurt li Rêber Apo xwedî derkeve.
Ev Newroz bibe Newroza dem dema azadiya Rêber Apo.

Foza Yûsuf hişyarî da ku eger ev rewşa ne zalal berdewam bike, wê rê li pêşiya pêvajoyeke gelek giran li Tirkiyê vebe û wiha got:

Dewleta Tirk li herêmê bûye bingeha terorê. Li hemberî kiryarên faşîst, helbet wê berxwedan mezin bibe. Ev xeleka berxwedaniyê ku dest pê kiriye, wê di rojên pêşiya me de hîn firehtir bibe.

Tenduristî û azadiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û herêmê xeta sor e. Divê li ser vê kes siyaseteke şaş neke.

Di serî de CPT, divê hemû aliyên pêwendîdar erk û berpirsiyariyên xwe bicih bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv