JINÊN TIRKIYÊ ÊDÎ BÊ PARASTIN IN
ERDOGAN BI BIRYARMEYEKE PEYMANA STENBOLÊ BETAL KIR
Serokê AKPê Tayip Erdogan doh bi biryarnameyekê, peymana Stenbolê ya parastina mafên jinan betal kir.
Peymana Stenbolê di sala 2011an de di encama konferansekê de hatibû amadekirin û gelek welatan ew îmze kirin.
Tirkiyê jî bi dengdana hemû partiyên li meclisê di sala 2014 an de şertên peymanê qebûl kir û ew imze kir.
Hemû şertên peymanê tenê li hember şideta li jinê û ji bo parastina mafên jinê ye.
Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî nerazîbûn nişan da û got “Li Tirkiyê her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Her roj jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Îtîfaqa AKP-MHP’ê bi vekişîna ji peymanê dijminantiya jinê tescîl kirin. Emê ti car vê yekê qebûl nekin.