ARTÊŞA TIRK DÎSA ÊRIŞÊ SIVÎLAN KIR
LI BOXAZA SINÎNÊ YA XINÊRÊ WESAYÎTEK SIVÎL HAT BOMBEKIRIN
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şevê din li herema Bradostê, qada Sinînê ya girêdayî bajaroka Sidekanê bombebaran kir.
Êriş bi helîkopterên tîpa kobra ve pêk hat. Di encamê de 2 sivîlên ku bi kamyonan pezê xwe derbasî heremeke din dikirin birîndar bûn.
Piştî bûyerê, şêniyên herêmê çûne cihê bûyerê û her du sivîlên birîndar Loqman Çeto û Zikrî Mecîd rakirin nexweşxaneya Sidekanê.
Di êrişê de de herwiha pezên di wesayîtê de jî telef bûn.