NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ÎDIR, ÇEWLIG, MELETÎ, MEREŞ Û SEMSÛRÊ DENGÊ AZADIYÊ BILIND BÛ
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî Newroza Dem Dema Azadiyê ye bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Li herêma Serhedê navnîşana pîrozbahiyê Îdir bû.
Newroz bi beşdariya hezaran pêkhateyên bajêr Kurd, Azerî, Tirk û Terekemeyan li qada Bîrdariya Kiliçlar hat pîrozkirin.
Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li vir axivî.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Pîrozbahiyeke din jî li Çewligê bi beşdariya hezaran kesî pêk hat.
Qada pîrozbahiyê li taxa Sarayê bû û hat tijekirin.
Li vir jî li dijî hewldana girtina HDP’ê û tecrîdkirina Rêber Apo dengê azadiyê bilind bû.
Hunermend Pinar Aydinlar û Azad Bedran di pîrozbahiyê de stran gotin û gel jî govend gerand.
Li Meletî qada Emeksîz bû navenda pîrozbahiyê.
Li navçeya Mereşê Bazarcixê jî bi şiyara “em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” Newroz hat pîrozkirin.
Pîrozbahiyeke din jî li Semsûrê bi beşdariya sedan kesî pêk hat.