LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRYÊ
NEWROZ BI ŞAHIYAN HAT PÎROZKIRIN
Weke beşên din yên welat Agirê newrozê li herêmên Rojava û Bakur-Rojhilatê Suriyê jî geş bû.
Li bajarê Minbicê Newrozê bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Bi hezeran pêkheteyên Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkez bi cilên xwe yên gelerî tev li şahiyê bûn.
Di şahiya pîrozbahiyê de li ser wateya Newrozê axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan agir hat pêxistin û govend hat gerandin.
Pîrozbahiyek jî li herêma Tebqayê pêk hat.
Bi sedan şêniyên tebqa û gudewarên wê beşdarî şahiyê bûn.
Piştî peyamên sazî û Rêxistinên herêmê agirê Newrozê hat pêxistin.
RÊVEBERIYA XWESER A HERÊMA CIZÎRÊ
WÊ 21’Ê ADARÊ LI 9 BAJARÊN HERÊMA CIZÎRÊ NEWROZ BÊ PÎROZKIRIN
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya pîrozbahiyan eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê wê 21’ê Adarê li 9 bajarên herêma Cizîrê Newroz bê pîrozkirin û banga tevli bûnê li herkese hat kirin.
Her wiha sibê wê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyê pîrozbahiyên Newrozê bên li darxistin.
Ji bo başdariya şahiya rêvebiriya Xweser ban li gel kir.