LI SER EYN ÎSA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ ZÊDE DIBIN
DEWLETA TIRK A DAGIRKER HERÊMÊ BÊ NAVBER TOPBARAN DIKE
Dewleta tirk a dagirker û çetewên wê bê navber herêma Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran dikin.
Çeteyên dewleta Tirk jî tevî topbaranê êrişî cihên sivîlan dikin.
Li gor agahiyên herêmî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê li ser taxên bakur ên navenda navçeya Eyn Îsa zêde dibin.
ŞÊNIYÊN EYN ÎSA NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ÊRIŞAN DAN
“EM BI AXA XWE VE GIRÊDAYÎNE Û JI HÊZÊN XWE YÊN PARASTINÊ BI BAWERIN”
Şêniyên Eyn Îsa jî nerazîbûn nîşanî van êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dan.
Xelkê navçeya Eyn Îsa berxwedana xwe ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker piştrast kir û baweriya xwe bi hêzên QSD`ê re anî ziman.
Ehmed Zahir got, ev xaka wan e û naxwazin warê xwe ji deweleta dagirker û çeteyan re berdin.
Şêniyê bi navê Hisên Heyder jî gotegotên, dibêjin “xelkê herêmê reviyaye” derewand û wiha got:
“Dezgehên çapemeniyê ne rast nabêjin. Xelkê herêmê dev ji axa xwe û warê xwe bernade, em xwediyên vê xakê ne.”