Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li ser medya dijîtal sîxurtiyê ferz dikin 20.12.2020

 

LI SER MEDYA DIJÎTAL SÎXURTIYÊ FERZ DIKIN
ÊDÎ VEKIRÎ Û BÊ TIRS LI SER GEL ZEXTÊN SÎXURTIYÊ FERZ DIKIN

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hema bêje her roj sîxurtî li dehan kesan tê ferzkirin, lê belê ev yek niha li ser medya civakiyî jî dest pê kiriye.

Gelek kesên di avêtina ser malan de tên binçavkirin, li midûriyetên polîsan sîxurtî li wan tê ferzkirin.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD, di sala 2020’an de li 160 kesî sîxurtî hatiye ferzkirin û gef li wan hatiye xwarin.

Lê belê ev yek vê carê jî li ser medya civakî dest pê kiriye.

Hesabê înstagramê yê bi navê “Aycan Sonmez” gef li Ramazan Aslan ê 29 salî xwariye û sîxurtî lê ferz kiriye.

Hesabê “Aycan Sonmez” peyam ji Aslan re şandiye û ji Aslan pirsa du hevalên wî kiriye.

Aslan, diyar kir ku ev hesabê navborî 50 hezar TL pere teklîfî wî kiriye û jê re gotiye:

“‘Ji bo ku jiyana xwe baş bikî û di şert û mercên baş de bijî, divê tu van her du kesan bidî dest.”

Aslan, bilêv kir ku piştî heman hesab gef li malbat û hevalên wî xwariye wan ev hesabê navborî asteng kiriye.

Vê carê hesabê bi navê “Merve_kanar21” gef lê xwariye û peyama “Merheba Ramazan, birayên te serdana te kirin?” şandiye.

Aslan got: “Ji min re got, ‘tu ji bo me pir girîng î. Em qîmet didin te. Lewma me te negirt. Heke tu teklîfa me qebûl nekî, em ê nehêlin tu rihet tevbigerî.”

Aslan da zanîn ku gelek kesên li Taxa Şevket Sumer û Taxa Guneşê bi heman gef û ferzkirinên sîxurtiyê re rû bi rû dimînin.

Aslan anî ziman ku giliyê van kesan kiriye û serî li Şaxê ÎHD’a Mêrsînê daye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv