Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê ji sala 2018’an ve zêdetirî 200 jinên Efrînî revandin 20.12.2020

 

LI EFRÎNÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YÊN DEWLETA TIRK
JI 2018’AN VE ZÊDETIRÎ 200 JINÊN EFRÎNÎ HATINE REVANDIN

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna ku dagir kirine, her roj sûcên li dijî mirovahiyê dikin.

Bi taybetî di hedefa vê terora navneteweyî ya li dijî gelê Kurd de jin hene.

Projeya Jinên Efrînî yên Windakirî jî van sûcan, bi taybetî revandina jinan belge dike.

Ev proje bûyerên revandina jinan diweşîne û weke dane parve dike.

Li gorî daneyên projeyê, ji 20’ê Çileya 2018’an heta niha zêdetirî 200 jinên Efrînî ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin.

Tenê di meha Mijdarê de revandina 11 jinan hatiye ragihandin û aqûbeta 10 jinan jî nediyar e.

Projeya Jinên Efrînî yên Windakirî roj bi roj, bajar bi bajar bûyerên revandina jinan ragihandine.

Her wiha yek bi yek navên jinên hatine revandin jî eşkere kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv