Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk li Wanê siyaseta qirkirinê dimeşîne 20.12.2020

 

WAN Û SIYASETA QIRKIRINÊ
BI SALANE REWŞA AWARTE LI WANÊ RANEBÛYE

Di dîroka têkoşîna 40 salên dawî de, li Kurdistanê yek ji navendên girîng bajarê Wanê ye.

Bi tevlîbûna xwe a çalak nava têkoşîna azadiyê, karîbû bibe yek ji pêşengên berxwedana li dijî dagirkeriyê.

Û tevê zordestî, kuştin û her cûreyên êrişan jî, xelkê Wanê ti carî stûyê xwe li hemberî dagirkeran netewand.

Ji ber vê taybetmendiyê, rêjîma Tirk bi her awayî hewl da Wanê ji rihê wê yê berxwedêr dûr bixe.

Herî dawî jî xwest bi ragihandina rewşên awarte, xelkê bajêr bê deng bike.

Û ev rêbaza ji sala 2016’an ve her dewam dike.

Hevserokê rêxistina HDP’ê li Wanê, Okkeş Kava têkildarî polîtîkayên dewletê yên li ser bajêr axivî.

Kava bi bîr xist ku bi salane desthikatdariya AKP-MHP li hemberî Wanê siyaseteke taybet dimeşîne û di vî warî de herî zêde hebûna HDP’ê dike armanca êrişên xwe.

Hevseokê rêxistina HDP’ê anî ziman ku li Kurdistanê bi ti awayî huqûq tine ye û got, her çi kesê destê wan di êrişên li dijî gelê hebe, ji aliyê dewletê ve tê xelatkirin.

Okkeş Kava işaret bi wê yekê kir ku desthilatdarî qedexeyên radighîne tenê ji bo astenkirina xebatên HDP’ê ye.

Kava bi bîr xist ku gelê Kurd di 40 salên têkoşîna derbasbûyî de ti carê li dijî zilmê serî netewandiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv