Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Şengalê rewşa awarte: Gel li dijî hewldanên PDK’ê û artêşa Iraqê daket qadan

 

Hêzên PDK’ê dibin navê xebatên hilbijartinê de dixwazin bikevin Şengalê. Gelê Şengalê li hember vê hewldanê daket ser rêyan û diyar kirin ku ev hêz derbasê Şengalê bibin.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrên me ji Şengalê dane, îro ji saetên sibehê ve liv û tevgereke berfireh a hêzên çekdarî yên PDK’ê û artêşa Iraqê li derdora Şengalê heye. Li ser van hewldanên PDK’ê gelê Şengalê jî daket ser rêyan. Hate zanîn ku niha li Şengalê rewşeke awarte serwere.

Her wiha peyamnêr ragihandin ku ji serê sibehê ve li derdora Şengalê, bi taybet rêyên ku ji Başûrê Kurdistanê ber bi Şengalê ve tên, liv û tevgereke berfireh a çekdarên bi ser PDK’ê û artêşa Iraqê ve heye. Hate gotin PDK bi bahaneya hilbijartinê dixwaze peymana dijî Şengalê bixe meriyetê.

Di rewşa heyî de, ji bo derbasî Şengalê bibin PDK bi hêzên xwe yên çekdar amadekarî kirine. Hêzên artêşa Iraqê jî li derdora Şengalê li gelek cihan belav bûne. Gel jî li ser rêyên sereke yên ji Başûrê Kurdistanê derbasî Şengalê dibin, kom bûne.  Bi taybet li ser rêya Tirbika ku ji milê Rabîa ve derbasî komelgeha Sinûnê dibe û her wiha li komelgeha Borik, gelê Şengalê kom bûye..

Çekdarên bi ser PDK’ê yên Qasim Şeşo jî di nav liv û tevgerê de ne û xwe li derdora mezargeha Şerfedînê belav kirine.

Gel li nuqteyên kontrolê yên asayîşa, meclîsa gel û rêyên sereke di nobeta berxwedanê de ne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv