Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şengalî li ser rêyên sereke dest bi çalakiyên rûniştinê kirin

 

Gelê Şengalê li dijî hewldanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya Hewlêr-Bexda û bi taybet jî PDK’ê daketin ser rêyên sereke û dest bi çalakiyên rûniştinê kirin.

Li gorî agahiyên ku me peyamnêrên me dane ji serê sibehê ve hêzên çekdarî yên PDK’ê bi hevkariya hêzên Iraqê hewl didin bikevin Şengalê.

Duh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihandibû, eger PDK li dijî Şengalê bikeve nava hewldaneke bi vî awayî ewê li ber xwe bidin û parastina xwe bikin.

Li gorî agahiyan ji serê sibehê ve di serî de li Rabîa, Zaxo û gelek nuqteyên kontrolên yên di navbera Herêma Kurdistan û Şengalê de hêzeke zêde ya çekdarên PDK’ê kombûne û dixwazin bikevin Şengalê.

Li hember van hewldanên PDK’ê gelê Şengalê ji bo parastina xwe hemû rêyên Şengalê girtin û di van kêliyan de gel li asayîşa Guhbel û Borik kombûne. Girse ku beşeke wê ya girîng ji dayîk û jinan pêktê li ser rê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv