Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jinên Êzidî: ‘Wê lingê xiyanetkaran li axa pîroz nekeve’

 

Li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser a Şengalê di serî de jin û ciwan, gelê Şengalê ji bo parastina axa xwe daketina qadan. Jin û ciwanên Êzidî dibêjin “Ev meydan êdî meydana şer e. Wê lingê xiyanetkaran li axa pîroz a Şengalê nekeve.”

Piştî ku Rêveberiya Xweser li hemberî hewldanên PDK’ê ku dixwaze derbasî Şengalê bibe banga berxwedanê kir, gelê Şengalê jî ji saetên sibehê ve li derdora meclîsên gel kom bûne û her wiha li ser rêyên sereke yên ji Başûrê Kurdistanê derbasî Şengalê dibin, rê girtine û li hinek deveran jî li ser rê rûniştine. Gel herî zêde jî li komelgeha Borik û Guhbelê, li gel Asayîşa Êzîdxanê kom bûne.

‘Em nahêlin kesên xiyanetkar bikevin Şengalê’

Ciwanan bi teker û keviran rê girtine û jin jî li ser rê rûniştine. Ciwanên Êzidî dibêjin, ew tu carî nahêlin ku kesên xiyanetê li Şengalê kirine, bûne sedem ku jinên Êzidî bikevin destê DAIŞ’ê, bikevin axa pîroz a Şengalê. Ciwanên Êzidî her wiha dibêjin “Ev meydan meydana şer e, ji niha û pê ve emê li hember hewldanên wan xwe biparêzin.”

‘Lingê PDK’ê bi axa pîroz a Şengalê nakeve’

Jinên Êzidî jî li dijî plan û êrîşan li qadê di berxwedanê de ne û dibêjin, helwesta wan a li hemberî PDK’ê ne ji îro ve zelal, ji roja ku fermana 2014’an hatiye serê wan û heya niha helwesta wan zelal e û ew tu carî wekî jinên Êzidî destûr nadin ku kesên xiyanetê li Şengalê kirine, werin bikevin nav axa pîroz a Şengalê. Jinên Şengalê dibêjin “Wê lingê wan li ser vê axa pîroz nekeve.”

Jinên Şengalî her wiha dibêjin Şengal ne Şengala beriya fermanê ye, PDK nikare wekî ku tiştek nebûye destê xwe bade û bikeve Şengalê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv