GELÊ ŞENGALÊ PEYMANA ÎNKARÊ QEBÛL NAKE
LI ŞENGALÊ ÇALAKIYA BERXWEDANÊ DI ROJA 20’AN DE DEWAM DIKE
Xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê çalakiya xwe didomîne.
Çalakiya konvedanê di roja xwe ya 20’an de bi hemû girîngiya xwe ve dewam dike.
Şêniyên Şengalê serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ji çalakvanan re raber dikin.
Endam û rêvebirê Tevgera Jinê Ciwan jî, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gel serdana konê Berxwedana kirin.
li ser navê jinên ciwan Xezal Xeyro axivî.
Xezal Xeyro diyar kirin ku piştî fermanê baweriya wan ji derveyî asayişa Êzidxanê bi kesî nayê.