Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK kesên ji têkoşînê reviyayi amade dike, AKP-MHP jî malbatên wan tîne ber HDP’ê 21.12.2020

 

PROVOKASYONA LI PÊŞIYA AVAHIYA HDP’A AMEDÊ
PDK KESÊN JI TÊKOŞÎNÊ REVIYAYÎ AMADE DIKE, AKP-MHP JÎ MALBATÊN WAN TÎNE BER HDP’Ê

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Îlona 2019’an dîsa weke her carê bi şerê taybet û psîkolojîk rabû.

Ji ber ku nekarî bi tena serê xwe bike, li Başûrê Kurdistanê jî di vî warî de rolek da PDK’ê.

Hin malbatên gerîlayan bi xapandinê yan jî bi darê zorê birin ber avahiya HDP’a Amedê.

Ji wê rojê heta niha ew kesên li ber avahiya HDP’ê ji bilî livûtevgereke provokatîf û şovê tiştek nekirine.

Çapemeniya şerê taybet di vî warî de xwedî roleke girîng e, nûçeyên li ser maseyan hazir û nazir di cih de diweşîne.

Emê niha bersiva pirsên “gelo malbat di encama “çalakiya” xwe de zarokên xwe bi dest dixin…?

An kesên ji têkoşînê beriya niha reviyayî û li kampên PDK’ê dimînin, dewlet wan tîne Amedê û dide malbatên wan?

Hêviya rêjîma faşîst ew bû, ku piştî ev provokasyon hat destpêkirin, gel bi girseyî berê xwe bide Amedê.

Lê belê ji ber ku ti encam nehat girtin, Suleyman Soylu û ekîba xwe ji şefqeyê kîvroşkeke din derxistin.

Li vê derê kesên ji têkoşînê reviyayî yên li kampên PDK’ê ketin dewrê.

Ew kes hatin tespîtkirin û pêşî malbatên wan anîn pêşiya avahiya HDP’ê.

Malbata Eşrefoglu 6’ê Sibata 2020’an beşdarî vê provokasyonê kirin.

Tenê 5 roj derbas bûn 11’ê Sibata 2020’an şova “xwegihandina hev” hat weşandin.

Malbata Aslan 14’ê Sibata 2020’an beşdarî provokasyonê bû.

18’ê Sibata 2020’an an go piştî 4 rojan şova “xwegihandina hev” hat weşandin.

Malbata Bîrlik 22’yê Sibata 2020’an beşdarî provokasyonê bû.

Piştî wê tenê bi du rojan 24’ê Sibatê şova “xwegihandina hev” hat weşandin.

Malbata Alkan 20’ê Sibata 2020’an beşdarî provokasyonê bû.

27’ê Sibatê an go piştî 7 rojan şova “xwegihandina hev” hat weşandin.
Acar-1
Malbata Açar 5’ê Adara 2020’an beşdarî provokasyonê bû.

Piştî wê tenê bi çar rojan an go 9’ê Adara 2020’an şova “xwegihandina hev” hat weşandin.

Malbata Fîdan 14’ê TÎrmeha 2020’an beşdarî provokasyonê bû.

Piştî wê tenê bi du rojan 16’ê Tîrmeha 2020’an şova “xwegihandina hev” hat weşandin.

Malbata Çetîn 8’ê Îlonê beşdarî provokasyonê bû.

Piştî wê tenê bi du rojan 10’ê Îlonê şova “xwegihandina hev” hat weşandin.

Ev hoqqebaziya bi mehan didome, probagandayeke vala ye, ku xwe dispêre 20 kesên beriya niha ji PKK’ê reviyayî.

Ispata herî berbiçav û zelal ew e, ku ev hejmar teqabûlî yek ji 25 hezar kesên li Tirkiyê ji eskeriyê reviyane.

Bi kurtî û kurmancî dewlet çiqasî vî şerê taybet birêve bibe bila bibe, wê encam neguhere.

Ji ber ku pirsgirêk ne pirsgirêka malbatekê û zarokekî ye, pirsgirêka manûnemanê ya gelekî ye.

Divê herî zêde jî malbatên birine pêşiya avahiya HDPê vê yekê fêm bikin û ferq bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv