LI BAŞÛRÊ WELAT REWŞA ABORÎ
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RÊJEYA BETALIYÊ GIHÎŞTIYE JI SEDÎ 25’AN
Berpirsên Sendîkaya Karkeran jî sedemê zêdebûna rêjeya betaliyê bi nebûna pîlan û stratejiyeke baş îzah kirin.
Li gorî bîlançoyên malî rêjeya betalan di nava ciwanan de zêdetir e.
Dîsa li gorî heman bîlançoyan îsal 16 karker bûne qurbaniyê pergala kar û xebatê û li ser kar jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora rêxistinên Netewên Yekbûyî, rêjeya betaliyê li başûr naveraji sedî 20 heta 25’an e.
Di 2013’an de li Herêma Kurdistanê rêjeya betaliyê ji sedî 7 bû.
Lê piştî sê salan yanî sala 2016’an, rêje gihişt ji sedî 14’an.
Dema mirov aporan muqayese dike salê di navbera ji sedî 5 heta 7 de betalî zêde bûye.
Berpirsê Beşa Kargêrî ya Sendîkaya Avahîsazî ya Kurdistanê Pola Ehmed diyar kir ku hikûmeta herêmê dikare bi zêdekirina projeyên kar rêjeya betaliyê kêm bike.
Rêveberê Sendîkaya Karkerên Kurdistan a Şaxa Silêmaniyê Çalak Reuf jî balkişand ser sedema zêdebûna betaliyê û got,
Sedemê zêdebûna rêjeya betaliyê ji ber nebûna pilanek baş a wezareta ka a hikûmetê ye.