Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Kazimî re PKK û Mexmûr aniye rojeva civînê 21.12.2020

 

PIŞTPERDEYA HEVDÎTINA KAZIMÎ
ERDOGAN PKK Û MEXMÛR ANIYE ROJEVA CIVÎNÊ

17’ê Kanûnê serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî serdana Tirkiyê kir.

Kazimî bi şefê rejîma faşîst a tirk Erdogan re hevdîtin çêkir.

Piştî hevdîtinê herduyan li ber kamerayan bi zimanên cuda axivîn.

Heta Kazimî got: Bila tu welatek dest li karê me yê hundir wernede.

Der barê detay û naveroka hevdîtina aliyan de waliyê Duhokê ku di heyetê de bû, axivî.

Waliyê Duhokê Elî Teter ji ragihandina bi ser PDK’ê re hin agahiyan eşkere kir.

Li gorî ku dibêje rejîma tirk ji Kazimî xwestiyeke peymaneke weke ya Şengalê ji bo Mexmûrê jî were girêdan.

Walî Teter eşkere kir ku aliyan bi hev re der barê derxistina PKK’ê ji axa Iraqê jî axivîne.

Di heman hevdîtinê de ku li ser mexmûr û PKK’ê hatiye axivîn, Tirkiye di milê tîcarî de û ava Dîcle û Firatê de hin sozan daye.

Niha raya giştî meraq dike Kazimiyê ku li ber kamerayan got, bila kes dest li karê me yê hundirîn wernede;

Li pişt kamerayan di odeyên qesrê de û li ser maseya ziyafetê kîjan bazarên qirêj hatine kirin.

Waliyê Duhokê Elî Teter dibêje: Erdogan destekê daye Peymana şengalê ya di 9’ê cotmehê de PDK û Bexda îmze kirin.

Bi ser de jî rejîma tirk dixwaze peymaneke weke ya Şengalê ji bo Mexmûrê jî were girêdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv