LI ROJAVA DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
KELEHA NEBÎ HORÎ DAGIRKER ALA XWE PÊ VE KIRIN Û WÊ DIKIN MIZGEFT
Ajansa Hawarê ANHA’yê der barê vê êrişa li dîroka herêmê hatiye kirin bi wêneyan belge kir.
Di wêneyan de diyar dibe ku dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî çawa diguherîne.
Keleha Nebî Horî weke “bajarê Koriş an Sîros” jî tê nasîn.
Ev keleh 45 km li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê ye û girêdayî navça Şera ye.
Dîroka Keleha Nebî Horî diçe heta sala beriya Îsa 312’an.
Ango emrê xwe zêdetirî 2 hezar 330 salan e.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina kantona Efrînê, Keleha Nebî Horî dagir kir.
Li gorî raporên Saziya Şûnwaran a Efrînê, di salên dagirkeriya dewleta Tirk de;
bi armanca dizî û talankirina asarên dîrokî û birina wan a Tirkiyê, gelek cihên dîrokî hatine kolan.
Di wêneyan de guhertina keleha dîrokî û bilindkirina ala Tirk xuya dikin.
Her wiha diyar dibe ku li cihê dîrokî avahiyên din tên lêkirin.