Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Alman ji bo 15 welatiyên xwe yên çete protokola hevpar îmze kir lê navê Rêveberiya Xweser neanî ziman 21.12.2020

 

ELMANYAYÊ 15 WELATIYÊN XWE YÊN ÇETE JI ROJAVA GIRT
PROTOKOLA HEVPAR ÎMZE KIRIN LÊ NAVÊ RÊVEBERIYA XWESER NEANÎN ZIMAN

Di serî de Elmanya heta niha gelek welat hene ku ku welatiyên wan ên çete ji aliyê QSD’ê di operasyonan de hatine girtin.

Rêveberiya xweser ya bakur û rojhilatê Surî ji bo wergritina çateyan bi dehan carî bang li welatan kiriye.

Piştî van bangan 20’ê mehê ji Elmanya û Fînlandiyayê du heyet çû Qamişloyê serdana Rêveberiya Xweser kir.

Heyetên navborî ji bo wergirtina welatiyên xwe li Qamişloyê protokol bi rêveberiyê re îmze kir.

Di çarçova protokolê de, ji kampên Roj û Holê 3 jin û 12 zarok radestî Elmanyayê, 2 jin û 6 zarok jî radestî Fînlandiyayê hatin kirin.

Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve Heîko Maas daxuyaniyek da.

Lê wezîrê elman navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilêv nekir.

Çapemeniya Elman jî radestgirtina çeteyan weke oparasyonek veşartî binav kir.

Kovara Der Spiegelê jixwe ev weke “rizgarkirina alîgirên DAIŞ´ê” belav kir.

Îcar Elmanya ji ber fikara xirabûna têkiliyên wê bi dewleta Tirk re naxwaze bi Rêveberiya Xweser re têkiliyeke fermî deyne.

Lê li aliyê din tê zanîn ku bi kêmanî 150 zarok û 70 jin û mêrên welatiyên elman ên DAIŞ’î li kampên Roj û Holê di detê QSD’ê de ne.

Ji bo wergirtina wan wê çi bikin yan jî wê bi rêveveriya xweser re eşkere rûnên yan na nayê zanîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv