ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ DI 2 HEFTIYAN DE ZÊDETIRÎ 90 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê KMMK ragihand herî dawî bi girtina 4 hawîrdorparêzan van di
du heftiyên dawî kesên ku hatine girtin bûne 92 kes.
Li gorî agahiyên komelê dane artêşa Îranê û hêzên îstîxbaratê û Zêrevanên Şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê li dijî mafê mirovan û parêzvanên hawîrdorpêrê dest bi pêla binçavkirinan kiriye.
Rêvebirên Komeleya Mafê Mirovan diyar kir dema binçavkirinê êşkence li milletê tê kirin, destûra edlî jî nîn in,
Rêvebirên Komalê li ser agahiyên malbatan diyar dike ku nayê zanîn kesên hatine binçavkirin li ku derê têne girtin
Rêvebirên Komalê dibêjin; Ji ber tundiya serwîsên îstîxbarî der heqê ewlehî û tenduristiya kesên binçavkirî de fikar hene.