Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî TJA’yê darbeya qirkirina siyasî: Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hate girtin 28.01.2021

 

LI DIJÎ TJA’YÊ DARBEYA QIRKIRINA SIYASÎ
BERDEVKA TJA’YÊ AYŞE GOKKAN HATE GIRTIN

Doh runiştina doza berdevka Tevgera Jinên Azad TJA’ê Ayşe Gokkan li 9. Dadgehayê Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Dadgerên dewleta Tirk bi hincetên bê bingeh biryara girtina Ayşe Gokkan da û şevê din ew kirin binçavan.

Ayşe Gokkan îro sewqî dadgehê hat kirin.

Heyeta dadgehê ya ku bi fermana serokê rejîma faşîst Erdogan tevdigere biryara girtin Ayşe Gokkan da û ew avêtin zîndana Amedê.

Dewleta Tirk heta niha bi giştî 83’ê caran berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan kiriye binçavan û gelek caran jî girtiye.

BERDEVKA TJA’YÊ AYŞE GOKKAN HATE GIRTIN
JINAN LI GELEK DEVERAN PEYAMA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ DA

Girtina Ayşe Gokan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê bi çalakiyan hat protestokirin.

Li Şirnexê, aktivîstên TJA û meclîsa jinan a HDP’ê tevî astengiya polîsan daxuyanî dan.

Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag daxuyanî xwend.

Sabuha Akdag îşaret bi kirinên rejîma faşîst ên li dijî îradeya gelê Kurd kir û got:

Ev rejîm bi binçavkirin û girtinan wê nikaribe têkoşîna me asteng bike.

Li navçeya Amedê Peyasê jinan jî bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniye de banga li tevahî rêxistinên jinan hat kirin ku li hember dîlgirtina Ayşe Gokkan bê deng nemînin.

Daxuyaniyek jî li Mêrdînê hate dayîn.

Li ser navê Aktivîstên TJA û meclîsa jinan ku li hev kom Eylem Amak daxuyanî xwend û peyama têkoşînê da.

Li Wanê jî girtina berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan hat şermezarkirin.

Jinan li ser girtina Ayşe Gokkan li Colemêrgê jî daxuyaniyek dan

Parlementera HDP’ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr li vir axivî û balkişan ser têkoşîna jinan a li dijî faşîzmê.

Darbeya li dijî îradeya gelê Kurd li Rihayê jî hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku aktivîstên TJA’yê Ayşe Gokkan û Zeynep Olbeci werin berdan.

Li Edenê jî Aktivîstên TJA’yê hêrsa xwe ya li dijî rejîma darbekar anîn ziman.

Jinan diyar kirin ku ew polîtîkayên dijminatiya jinê ji nêz ve nasdikin û xwestin biryara derbarê Ayşe de were betalkirin.

Ev der jî Mersîne.

Jinên ku li avahiya HDPê kom bûn dan xuyakirin ku ewê li hemberî polîtîkayên rejîma faşîst serî netewînin.

Jinan li avahiya HDP’ê ya Semsûrê daxuyanî dan û xwestin hevalên wan ên rehîngirtî werin berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv